Hoşyar Zêbarî: Topbarana Zaxo ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bi topên 155 mm hatiye kirin
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, duh artêşa Tirkiyê bi topên 155 mm Zaxo topbaran kir û divê komîteyeke hevbeş a Kurdistanî, Iraqî û Tirkiyê ji bo lêkolînkirina wê bûyerê bê avakirin.

Zêbarî di twîttera xwe de wiha got: "Tiştê ku rayedarên Tirkiyê ji armanckirina seyrangeheke geştiyariyê li Zaxo fêm nakin ew e ku hemû şehîdên bêguneh erebên Iraqî ne ku ji başûrê Iraqê ji bo mebestên geştyariyê hatine aliyê din ê welatê xwe."
Herwiha nivîsiye ku ew topbaran bi topên 155 mm hatiye kirin, dibe ku ji nav axa Tirkiyê hatibe kirin û ya herî baş ew e ku komîteyeke lêkolînê ya Iraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê were avakirin
Nûvekirina herî dawî: 11:06:24