Îran – Li bajarê Sarî kurdekî Rojhilatî hat bidarvekirin

Li bajarê Sarî yê Îranê girtiyekî kurd hat bidarvekirin.

16 Tîrmeh 2022 - 05:51
16 Tîrmeh 2022 - 05:51
 0
Îran – Li bajarê Sarî kurdekî Rojhilatî hat bidarvekirin

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, roja 12 vê mehê girtiyekî kurd bi navê Resûl Muradqulî di girtîgeha navendî ya bajarê Sarî yê Îranê de hat bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, Resûl Muradqulî ku xelkê gundê Sermac yê nahiya Hersîn ya Kirmaşanê bû, sê sal berê bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Ew welatiyê kurd birayê endamê berê yê encumena bajarê Kirmaşanê, Hesen Muradqulî bûye.

Ev nûçe bi tevahî 1092 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:21:40