Hikûmeta Kurdistanê heta niha zêdetirî 236 hezar ton genim ji cotkarên Kurdistanê kirriye

Wezareta bazirganî û pîşesaziya Kurdistanê ragehand, heta niha zêdetirî 235 hezar ton genim ji cotkarên Kurdistanê hatiye kirrîn.

16 Tîrmeh 2022 - 05:53
16 Tîrmeh 2022 - 05:53
 0
Hikûmeta Kurdistanê heta niha zêdetirî 236 hezar ton genim ji cotkarên Kurdistanê kirriye

Berpirsê giştî yê bazirganiyê li wezareta bazirganî û pîşesaziyê, Newzad Şêx Kamîl ji BasNewsê re got, kirrîna genimê cotkarên Kurdistanê ji aliyê hikûmetê ve berdewam e û heta niha 236 hezar û 841 ton genim hatiye kirrîn û depokirin.

Newzad Şêx Kamîl her wiha got, bi texmîna min bi giştî dê 250 hezar ton genim were kirrîn. Lê divê cotkar jî lezê bikin û genimê xwe zû teslîmî depoyan bikin.

Ev nûçe bi tevahî 974 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:16:16