Ji Serok Barzanî peyama erhejê!
Serok Mesûd Barzanî bi boneya ku bi sedan welatî di encama erdhejê de bûn qurbanî, peyameke serxweşiyê giştî malbatên qurbaniyan kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama xwe ya sersaxiyê de dibêje; "Bi mixabiniyeke mezin şeva borî di encama rûdana erdhejê li parêzgeha Helebce û Kirmanşanê û navçeyên Qesra Şîrîn û Serpêla Zehaw, bi sedan welatiyan canê xwe jidest dan û bi hezaran jî birîndar bûn.
Bi bê boneya xemgîn, serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyan û xelkê navçêyên ziyanên erdheja şeva borî gihêştiye dikim û hêviya çakbûn bilez ji birîndarên wê bûyera xemgîn dixwazim. Di vê karesatê de xwe bi hevxemê xelkê lêqewimî û ziyan gihêştiye wan yên her du parêzgehan Kirmanşan û Helebce dizanim."
Nûvekirina herî dawî: 05:20:22