Kerkûk – 9 terorîstên DAIŞê hatin girtin

Li Kerkûkê 9 terorîstên ser bi DAIŞê hatin girtin, ku bername danîbûn ku êrîş bikin ser hemwelatiyan û hêzên ewlehiyê. Herwaha 4 terorîstên din jî hatin girtin ku kar ji bo rêxistinekî din dikirin.

1 Îlon 2022 - 06:20
1 Îlon 2022 - 06:20
 0
Kerkûk – 9 terorîstên DAIŞê hatin girtin

Îro 01.09.2022yê şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekî ragehand; Saziya Asayîşa Niştimaniya Iraqê çalakiyên xwe yê n dijî terorîstan de berdewam e. Li ser zanyariyên bi hûrgilî yên îstixbaratê, li Kerkûkê di kemînekî de 9 terorîstên ku biryara girtina wan hebû hatin girtin, ku plan danîbûn êrîşên terorîstî bikin bo ser hemwelatiyan û hêzên ewlehiyê.

Daxuyaniyê de hat gotin, Saziya Asayîşa Niştimaniya Iraqê li Kerkûkê, 4 terorîstên din jî girt ku kar bi navê Polîsê Îslamî û Dîwan Cund dikirin û beşdarî jî kirine di armanc girtina cîhên hêzên ewlehiyê de.

Ev nûçe bi tevahî 365 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:55:36