Konsulê Brîtanî: Serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê serkeftî bû
Konsulê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê David Hunt diyar kir, serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê gelek serkeftî bû.

Konsulê Brîtanyayê David Hunt K24'de ragihand: “Di wê serdanê de gelek mijarên girîng hatin behskirin û armanca wê nexşandina siberoja pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê ye.”
David Hunt destnîşan kir: “Pêwendiya Brîtanyayê ligel Herêma Kurdistanê her dem pêwendiyeke nêzîk û dîrokî û kûr bûye, herwiha pêwendiyeke berdewam e. Serdana hefteya borî ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek girîng û erênî bû.”
Hunt tekez kir: “Gotûbêjên ligel serokwezîrê welatê min û rayedarên payebilind ên hikûmeta Brîtanyayê gelek girîng ûn, wê daxwaz û nêrîna hevbeş îsbat dike ku em dixwazin bi hev re ji aliyê bazirganî û asayîş û warên din ve, gelek karên baştir bikin.”
Hefteya borî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdaneke fermî bo welatê Brîtanyayê kir û ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, hejmarek wezîr û rayedarên payebilind civîn encam dan û li ser mijar û pirsên cihê girîngiya herdu aliyan gotûbêj kirin.
Nûvekirina herî dawî: 06:55:01