Li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê pêşbîniya barîna berfê tê kirin

Îro li bajarên Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Wan, Colemêrg, Şirnex û Sêrtê barîna berfê tê pêşbînîkirin.

31 Adar 2023 - 04:22
31 Adar 2023 - 04:22
 0
Li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê pêşbîniya barîna berfê tê kirin

Li gor pêşbîniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê dê baran û berf bibare.

Li bajarên Diyarbekir, Elezîz, Mêrdîn û Êlihê barîna baranê û li bajarên Mûş, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Wan, Colemêrg, Şirnex û Sêrtê jî barîna berfê tê payîn.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyê li ser zehmetiya hatûçûnê ya ji ber berf û baranê, qeşa û aşûtê hişyarî da welatiyan ku baldar bin.

Ev nûçe bi tevahî 949 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:35:43