Artêşa Tirkiyê, Li bajarê Babê 65 avahiyên DAIŞê kirin armanc

Ji duhî ve, bajarê Babê ji aliyê rejîma Sûriyê û alîgirên wê, herwiha ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê ve dorpêçkiriye, li gor Artêşa Tirkiyê jî niha ew giheştine bajarokê Bezea ku, herwiha çekdarên Opozîsyomnê jî gundê El-Seflaniye û Qebir El-Meqrî xistine bin kontirola xwe.

7 Sibat 2017 - 14:08
7 Sibat 2017 - 14:08
 0
Artêşa Tirkiyê, Li bajarê Babê 65 avahiyên DAIŞê kirin armanc

Artêşa Tirkiyê ragehand ku, di operasyoneke asmanî de li bajarê Babê yê ku, niha ji aliyê wan û rejîma Sûriyê ve dopêçkiriye 65 avahiyên ku, rêxistina DAIŞê weke cihê razana çekdarên xwe bikartanîn, kirin armanc û têkbirin.

Li gor daxuyaniyekê Artêşa Tirkiyê belavkirî, îro roja Sêşemê, di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de Artêşa wî welatî 138 baregehên DAIŞê li bajarê Babê û bajarokê Bezea topbaran kirin, herwiha 65 avahiyên ku, çekdarên DAIŞê tê de diman bombebarankir.

Li gor daxuyaniya Artêşa Tirkiyê çebilxaneyên wê bingeh, navendên leşkerî û otomîlên DAIŞê arancikirin, di encam de ew navend û avahî bi temamî wêran bûn.

Ji duhî ve, bajarê Babê ji aliyê rejîma Sûriyê û alîgirên wê, herwiha ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê ve dorpêçkiriye, li gor Artêşa Tirkiyê jî niha ew giheştine bajarokê Bezea ku, herwiha çekdarên Opozîsyomnê jî gundê El-Seflaniye û Qebir El-Meqrî xistine bin kontirola xwe.

Ev nûçe bi tevahî 1597 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:54:33