Li Bedlîsê pevçûn: 5 birîndar hene

Li navçeya Norşînê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi çekan a du malbatan de 5 kes birîndar bûn.

18 Îlon 2023 - 04:28
18 Îlon 2023 - 04:28
 0
Li Bedlîsê pevçûn: 5 birîndar hene

Li gundê Şivhaciyanê yê 12 kîlometreyan dûrî navçeyê, di navbera malbatên Tuzgul û Goktaş de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket û paşê bû pevçûna biçekan.

Li ser agahdarkirinê cendirme çûn gund.

Di pevçûnê de 5 kesên ji 2 malbatan birîndar bûn.

Ambûlansan birîndar rakirin nexweşxaneyên li Bedlîs û Tetwanê.

Li gund ji aliyê cendirmeyan ve tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin.

Ev nûçe bi tevahî 574 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:15:40