Li Bexda teqîn: 8 kes birîndar bûn

Li Bexdayê 2 teqîn pêkhatin û ji ber wê jî 8 hemwelatî û endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

12 Cotmeh 2022 - 09:41
12 Cotmeh 2022 - 09:41
 0
Li Bexda teqîn: 8 kes birîndar bûn

Îro 12.10.2022yê bombeyekî çandî li ser rêya Nêsmî ya li sînorê qeza ya Tarmiye ya bakurê Bexdayê di otomobîlekî de teqiya û di encamê de 4 hemwelatî birîndar bûn.

Piştî tîmên endazyarî û hêzên piştevan geheştin cîhê bûyerê, bombeyekî din a çandî teqiya û ji ber wê 4 karmendên din ên ewlehiyê ku nav wan de efserek û çekdarekî gruba Heşdî Şeibî jî heye birîndar bûn

Ev nûçe bi tevahî 692 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:59:06