Li Çewlîgê bûyera trafîkê: 4 birîndar hene

Li navçeya Kanîreşê ser bi parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, otombîlek wergeriya û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

11 Mijdar 2022 - 10:45
11 Mijdar 2022 - 10:45
 0
Li Çewlîgê bûyera trafîkê: 4 birîndar hene

Li Kanîreşê, îro 11ê Mijdarê li ser rêya Gumgumê otombîla şofêrê wê Rustem Turhan ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de Rustem Turhan û hevjîna wî û du zarokan wan birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Her 4 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê hatin veguhestin û piştî midaxeleya destpêkê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê hatin veguhestin.

Hat ragihandin rewşa birîndaran bi giştî baş e û ti metirsiyeke li ser jiyana wan nîne.

Ev nûçe bi tevahî 660 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:07:12