Li Amedê bûyera trafîkê: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn

Li navçeya Farqînê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve makîneya kar ku bo rizgarkirina otomobîlekê diçû cihê bûyerê li ser pirê wergeriya ye û ketiye xwarê. Di encam de kesekî canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

11 Mijdar 2022 - 10:48
11 Mijdar 2022 - 10:48
 0
Li Amedê bûyera trafîkê: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn

Duh 10ê Mijdara 2022ê li ser rêya navçeya Farqînê bûyereke trafîkê çêbûye û bi armanca rizgarkirina otomobîlê makîneyeke kar hatiye daxwazkirin.

Li gor agahiyan, dema makîneya kar bo cihê bûyerê bi rê ketiye li ser pirekê wergeriyaye û agir pê ketiye.

Di encama vê bûyerê de kesekî canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

Tîmên tendirustiyê kesên birîndar bo nexweşxaneyê veguhestin.

Li gor agahiyan di bûyera trafîkê ya destpêkê de zirara canî çênebûbû.

Ev nûçe bi tevahî 520 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:09:38