Li Cizîrê 2 zarok di Çemê Dîcleyê de wenda bûn

2 zarokên ku ketin Çemê Dîcleyê, ber avê ketin û wenda bûn.

4 Hezîran 2022 - 04:34
4 Hezîran 2022 - 04:34
 0
Li Cizîrê 2 zarok di Çemê Dîcleyê de wenda bûn

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 2 zarokên ku ketin Çemê Dîcleyê, ber avê ketin û wenda bûn.

Idrîs Putru yê 17 salî û Zekeriya Negîz ê 13 salî duh êvarê Înê li Taxa Nûrê ketin çemê Dîcleyê.

Zarokên ku ber avê ketin piştî demekê winda bûn.

Li ser agahiya kesên derdorê polîs û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hatin şandin bo cihê bûyerê.

Tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Avê ya Şaredariya Cizîrê û polîsan ji bo dîtina 2 zarokan xebatên xwe didomînin.

Ev nûçe bi tevahî 1194 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:58:49