Li Êlihê qeza: 1 mirî, 5 birîndar

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de kesekî cane xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

11 Çile 2023 - 11:59
11 Çile 2023 - 11:59
 0
Li Êlihê qeza: 1 mirî, 5 birîndar

Li gor zanyariyan îro roja Çarşemê 11ê Çileya 2023an du otomobîlan li ser rêya Êlih-Heskîfê li hev dan.

Di bûyerê de xortekî 18 salî yê bi navê Muhammed Yasîn Çîftçî canê xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan ya Êlihê.

Hat ragihandin derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 607 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:36:08