Li Erzeromê sobe teqiya: 3 birîndar

Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê di encama teqîna sobeyekê de 3 kes birîndar bûn.

31 Çile 2023 - 04:18
31 Çile 2023 - 04:18
 0
Li Erzeromê sobe teqiya: 3 birîndar

Roja Dûşemê 30ê Çileya 2023an li navçeya Yakutuye ya Erzeromê xwediyê dikaneke tamîrkirina otomobîlan ji bo xwe germ bikin sobeya komirê pêxistin û piştre ligel hejmarek mişteriyan dora wê kom bûn.

Li gor zanyariyan piştî demekê ew sobe ji ber zêdebûna gaza komirê di hundirê wê de teqiyaye.

Di bûyerê de 3 kes bi sivikî birîndar bûn û li ser pêyan hatin dermankirin. Dîmenên kêliyên teqîna sobeyê ji aliyê kameraya çavdêriyê ve hatine tomarkirinn.

Ev nûçe bi tevahî 501 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:17:28