Li Kobanî welatiyek ji ber teqîna mînekê birîndar bû

Li gundê Qere Mox a li rojhilatê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, ji ber teqîna mîneke vedayî welatiyekî Kurd bi giranî birîndar bû.

24 Hezîran 2022 - 03:05
24 Hezîran 2022 - 03:05
 0
Li Kobanî welatiyek ji ber teqîna mînekê birîndar bû

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweeser, roja 23ê Hezîranê li gundê Qere Mox li rojhilatê Kobanî, ji ber teqîna mîneke vedayî welatiyekî Kurd bi giranî birîndar bû.

Hevdem li gundê Eyn Hisên li bakurê rojhilatê Himsê ji ber teqîna mîneke vedayî 6 welatî birîndar bûne, piştre bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Ji destpêka 2022an û heta niha, li seranserê Sûriyê 125 kes ji ber paşmayên şer cane xwe ji dest dane, herwiha 184 kes jî ji ber teqîna paşmayên şer birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 791 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:07:13