Li Kurdistan'a Rojhilat 5 Kurdên hemwelatî hatin girtin

Li gor ragihandina Rapora Malpera Taybet a Mafê Mirovan, li Rojhilatê Kurdistan'ê, duh 20.08.2017ê 5 hemwelatiyên gundeke ser bi Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

21 Tebax 2017 - 09:58
21 Tebax 2017 - 09:58
 0
Li Kurdistan'a Rojhilat 5 Kurdên hemwelatî hatin girtin

Li gorî nûçeya ku Basnews dispêre Raporta Malpera Taybet a Mafê Mirovan; Nav û nasnameya wan 5 hemwelatiyan waha ye: Sîrwan Rostemî kurê Elî Mihemed, Wekîl Rostemî kurê Mihemed Mîrza ye, Xwarehîmm Elîpûr kurê Mihemed e, Hatîm Elîpûr kurê Mihemed e û Şueyb Mihemedî kurê Cehfer e.

Li gor gotina çavkaniyek agahdar ew 5 hemwelatiyên kurd bi gumana alîkarî li gel yek ji partiyên dijî Îranê yên Kurd hatine girtin.

Ev nûçe bi tevahî 1810 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:43:05