Serok Barzanî: Me ligel Bexda'yê her rê ceriband...

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axftina xwe ya ji bo xwendekarên zanîngehê de daxûyand, ku hemû rê bi Bexdayê re hatine ceribandin.

21 Tebax 2017 - 09:26
21 Tebax 2017 - 09:26
 0
Serok Barzanî: Me ligel Bexda'yê her rê ceriband...

Mesûd Barzanî îro di gotarekê de ku li Hola Seid Ebdullah a li Hewlêrê ji bo xwendekarên zanîngehê diaxivî ragihand: “Di Destûra Iraqê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku yekîtiya xaka Iraqê, bi cîbicîkirina Destûrê re girêdayî ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Du bijarde li ber me hene; cudabûn, yan jî razîbûna bi wê yekê ku Bexda li me hukm bike.”

Herwiha Barzanî aşkere kir, ku ji Cîgirê Berê yê Serokê Amerîkayê Joe Biden re gotiye: “Ezê di temenê xwe de Dewleta Kurdistanê bibînim.”

Mesûd Barzanî ev yek sererast kir, ku şerm e Bexda behsa destûrê bike û got: “Wan hemû madeyên destûrê binpêkirine.”

Ev nûçe bi tevahî 1688 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:55:49