Li Meletiyê erdhej

Piştî erdhejên 6ê Sibata îsal, erdhejên paşekî li navçeyên Bakurê Kurdistanê berdewam in. Îro erdhejekê bi hêza 4.3 pileyê rîxter navçeya Argan (Akçadag) a Meletiyê hejand.

30 Avrêl 2023 - 16:39
30 Avrêl 2023 - 16:39
 0
Li Meletiyê erdhej

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro erdhejek li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej li navçeya Argan (Akçadag) a Meletiyê çê bûye û hêza wê 4.3 pileyê rîxter bûye.

AFADê diyar kiriye, erdhej îro di saet 16:01an de û di kûrahiya 11.7 kîlometriya erdê de çêbûye.

Derbarê wêya de ku gelo erdhejê zirar hebûye yan na, ti zanyarî heta niha nehatiye zanîn.

Ev nûçe bi tevahî 613 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:11:15