Li Rihayê di encama êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin

Li navçeya Wêranşar a ser bi parêzgeha Rihayê li Bakurê Kurdistanê di encama êrîşeke çekdarî de kesekî canê xwe ji dest da.

4 Avrêl 2023 - 05:09
4 Avrêl 2023 - 05:09
 0
Li Rihayê di encama êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin

Li gor agahiyan Abdulkadîr A. (23) li ber deriyê mala xwe ya li taxa Azadiyê ji aliyê hin kes yan kesên nasnameya wan nediyar ve rûbirûyê êrîşa çekdarî hat.

Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên tendirustî yên bilez çûn cihê bûyerê.

Piştî ku tesbît kirin Abdulkadîr A. canê xwe ji dest daye, termê wî bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê veguhestin.

Hat zanîn ku lêpirsîna polîsan a derbarê bûyerê de berdewam e.

Ev nûçe bi tevahî 978 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:26:10