Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mangirtinê dest pê kir

li hejmarek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û ji ber giraniya nirxan û xirapiya rewşa xizmetguzariyê, xelkê dest bi mangirtê kir û dikan û bazar girtin.

9 Cotmeh 2018 - 05:58
9 Cotmeh 2018 - 05:58
 0
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mangirtinê dest pê kir

Do danê sibê, li hejmarek berçav ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikan û bazar hatin girtin.

Jêderekî taybet ji bajarê Sinê ji K24ê re ragihand, piraniya dikan û bazarên li Sine, Seqiz û Banê hatine girtin û xelkê ji ber cîgirnebûna nixrên barzarê û xirapiya xizmetguzariyan biryara mangirtinê dane.

Wî jêderî amaje bi wê jî kir, li hejmarek bajarên din ên Îranê jî amadekariyên mangirtinê û girtina dikan û bazaran tên kirin.

Nerazîbûna xelkê Rojhilatê Kurdisatanê û Îranê piştî wê yekê tê, bi sedema sepandina sizayên Amerîka li ser Îranê, rewşa aborî ya wî welatî xirap bûye û asta pêkarî û hejariyê bilind bûye.

Ev nûçe bi tevahî 1644 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:36:46