Li Şirnexê 29 kes bi hinceta PKKê hatin desteserkirin

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji 29 kesên di nava heftiyekê de bi hînceta PKK/KCKê hatibûn desteserkirin, kesek hat girtin.

18 Avrêl 2023 - 05:08
18 Avrêl 2023 - 05:08
 0
Li Şirnexê 29 kes bi hinceta PKKê hatin desteserkirin

Parêzgariya Şirnexê duh roja 17ê Nîsanê bi daxwiyaniyekê ragihand, “di nava heftiyekê de tîmên Rêveberiya Ewlekariya Bajêr bi hînceta PKK/KCK bi çend oparasyonan 29 kes desteser kirine.”

Li gor daxwiyana Parêzgariyê, kesên hatîn desteserkirin piştî rêkarên li Navenda Elekariyê bo dadgehê hatine şandin, kesek hatiye girtin, 22 kes bi mercê kontrola edlî hatine berdan.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku derbarê 6 kesên din de hîn lêpirsîn berdewam dike.

Ev nûçe bi tevahî 458 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:14:06