Mela Bextiyar: Eger şoreşa Kurdistanê nebûya tevgera Şîeyan jî li Iraqê dirust nedibû

Endamê Encûmena Bilind a Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar di gotareke xwe de diyar kir, eger şoreşa Kurdistanê nebûya, tevgera Şîeyan jî li Iraqê dirust nedibû.

3 Tebax 2022 - 03:26
3 Tebax 2022 - 03:26
 0
Mela Bextiyar: Eger şoreşa Kurdistanê nebûya tevgera Şîeyan jî li Iraqê dirust nedibû

Mela Bextiyar bandora Herêma Kurdistanê li ser guherîna rewşa siyasî ya Iraqê eşkere kir û got, beşa mezin a qurbaniyên rûxandina Sedam Husên, ji neteweya Kurd bûn.

Bextiyar destnîşan kir: “Ez car din bang li wijdana Ereb, Tirkmen û Mesîhiyên Iraqê û derdora me dikim, bila bên bizanin ji sala 1968an heta rûxandina Sedam a sala 2003an, kîjan netewe qurbaniyên herî zêde pêşkêş kirin, va ye Enfal, va ye kîmyabaran, va ye şehîdên sengeran û zindaniyên siyasî.”

Li ser rewşa Iraqê û xwepêşandanên navçeya Kesk, Mela Bextiyar got: “Tevgera Sedir biryar daye Iraqê ji wê bedbextiya salên borî rizgar bike.”

Endamê Encûmena Bilind a Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar di wê baweriyê de ye ku hikûmeta niha ya Iraqê nekariye kêşeyan çareser bike û kêşeyên nû xistine ser kêşeyên berê. Herwiha rewşa Iraqê weke metirsîdar bi nav kir û got: “Iraq li keviya şerê navxweyî ye.”

Derbarê rola Kurdistanê di rûxandina rejîma Be'sê de Mela Bextiyar diyar kir, bêyî şoreşa Kurdistanê, opozîsyona Iraqê nedikarî penagehekê ji xwe re peyda bike, an jî bi rêya vê penagehê, xwe bigihînin derve, bi taybetî ber bi Sûriyê û li wir xebata xwe bidomînin.

Ev nûçe bi tevahî 578 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:22:11