Mesrûr Barzanî serdana Festîvala Peymangeha Hunerên Ciwan ya Hewlêrê kir
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana Festîvala Peymangeha Hunerên Ciwan ya Hewlêrê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ji bo balkişandina ser xebat û projeyên hunerî yên xwendekaran serdana çend beşên festîvalê kir.
Festîval dê 3 rojan berdewam bike û di sê beşên wênesaziyê, şano û muzîkê de dê xebatên xwendekaran bên nîşandan.
Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê 31 sal berê di sala 1992an de ji aliyê çend mamosteyên şano, wêne û mûzîkê ve hatiye damezrandin.
Nûvekirina herî dawî: 07:31:18