Mesrûr Barzanî Pêşangeha Hitex 2023 li Hewlêrê vedike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Hezîranê Pêşangeha Hitex 2023 li Hewlêrê vedike.

6 Hezîran 2023 - 04:16
6 Hezîran 2023 - 04:16
 0
Mesrûr Barzanî Pêşangeha Hitex 2023 li Hewlêrê vedike

Hitex çalakiyeke teknolojiyê ye ku nûbûnên teknolojîk ên herî dawî nîşan dide. Pêşangeha Hitex, çaremîn car e li Hewlêrê tê lidarxistin. EV çalakî dê çar rojan be û dê heta 9ê Hezîranê berdewam be.

Di Pêşangeha Hitex 2023 de, 121 kompanya ji 20 welatên cuda beşdar dibin û ji çar beşên sereke pêk tên: Pêşangeh, Konferans, Stêrkên Pêşerojê û Goşeyên Bibandor.

Di Hitex 2023 de, dê heft panel bên lidarxistin, panelîstên ji 13 welatan jî tê de beşdar dibin.

Ev nûçe bi tevahî 583 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:24:39