Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê û şandeke pê re kir.

4 Cotmeh 2022 - 07:38
4 Cotmeh 2022 - 07:38
 0
Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro roja sêşemê 04.10.2022an pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê Îlbrus Kutraşev û şandeke pê re kir û di civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatin gotûbêjkirin.

Mijareke din a hevdîtinê jî girîngiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser esasê destûrê bû.

Ev nûçe bi tevahî 656 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:00:57