Mezlûm Kobanî ji bo Şingalê daxwaza 'rêveberiyeke xweser' kir

Fermandarê Giştî yê HSDê bi boneya şeşemîn salvegera êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û komkujiya Kurdên Êzidî peyamek belav kir.

3 Tebax 2020 - 19:31
3 Tebax 2020 - 19:31
 0
Mezlûm Kobanî ji bo Şingalê daxwaza 'rêveberiyeke xweser' kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, General Mezlûm Kobanî daxwaza rêveberiyeke xweser bo Şingalê kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê bi boneya şeşemîn salvegera êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û komkujiya Kurdên Êzidî peyamek belav kir.

General Mezlûm Kobanî di twittekê de komkujiya Kurdên Êzidî li Şingalê bi bîr anî û got, “em bi hezaran kesên ku di fermana Şengalê de şehîd bûne û rihê xwe ji bo parastina wê feda kirine, bi bîr tînin û piştgiriya pêkanîna edaletê dikin.”

General Mezlûm got, lêgerîna wan li dû wendahiyan jî berdewam e û ji bo ku careke din ew karesat dubare nebe daxwaza rêveberiyeke xweser bo Şingalê kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê wiha dibêje:“Ji bo wendahiyan jî,lêgerîna me berdewam e.Ji bo bobelateke din dubare nebe,divê Şengal bi awakî destûrî xwedî rêveberiyek xweser be.”

Îro bi boneya şeşemîn salvegera karesata Şingalê û komkujiya Kurdên Êzidî, çend merasim li Kurdistanê, Iraqê û cîhanê hatin lidarxistin.

Herwiha berpirsên Herêma Kurdistanê jî bi vê helkeftê peyam belav kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî di peyamekê de ragihand, “Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirin û vegerandina aramî û avedankirina Şingalê û bi parêzgehkirina wê berdewam dibe” û got jî, “Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bi bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzidiyan mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.”

DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şingalê û gund û bajarokên derdorê û herêmên Kurdên Êzidî li Başûrê Kurdistanê kir û bi hezaran kes kuştin û bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin.

Ev nûçe bi tevahî 625 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:18:09