NATO: Metirsiya karesata atomî li wêstgeha Zaporijya heye

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg eşkere kir, kontrolkirina wêstgeha Zaporijya ji aliyê Rûsyayê ve, metirsiya karesata atomî li ser Ukrayna û civaka navdewletî dirust kiriye.

18 Tebax 2022 - 03:17
18 Tebax 2022 - 03:17
 0
NATO: Metirsiya karesata atomî li wêstgeha Zaporijya heye

Jens Stoltenberg diyar kir, divê demildest hêzên Rûsyayê ji baregeha atomî ya Zaporijya vekişe û rê li Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê were dayîn ku çavdêriya baregehê bikin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê destnîşan kir: “Dagikirina wêstgeha Zaporijya ji aliyê Rûsyayê ve, gefa cidî li ser asayîşa wêstgehê û welatiyên Ukraynayê dirust kiriye.”

Ji 24ê Sibata 2022yan ve artêşa Rûsyayê êrîş dike ser Ukraynayê û beşeke axa Ukraynayê dagir kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 486 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:17:54