Nêçîrvan Barzanî û Angela Merkel li Berlînê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Berlînê ji aliyê Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ve hat pêşwazîkirin û civîna navbera wan dest pê kir.

18 Berfanbar 2017 - 14:08
18 Berfanbar 2017 - 14:08
 0
Nêçîrvan Barzanî û Angela Merkel li Berlînê civiyan

Îro Duşemî demjimêr 16:00 li gorî dema Hewlêrê civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêşîrvan Barzanî û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel dest pê kir. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên di civînê de beşdar in.

Li gorî emaileke Berdevekê Şêwirmenda Almanyayê ya bo Rûdawê, di civînê de giringî bi şerê li dijî terorê û pêwndiyên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê tê dan. Herwiha her du alî dê giringiyê bidin mijarên çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê û yên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Ev nûçe bi tevahî 1427 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:24:19