Barzanî hilbijartin bi baştirîn çareserî ji kirîzan re da zanîn

Îro Serok Barzanî, li bajarê Dihokê li gel hejmarek ji ragir û mamosteyên zanîngeha Dihokê civiya.

18 Berfanbar 2017 - 11:08
18 Berfanbar 2017 - 11:08
 0
Barzanî hilbijartin bi baştirîn çareserî ji kirîzan re da zanîn

Di wê civînê de mamosteyên zanîngeha Dihokê li gorî pisporiya xwe di warên cuda de gotûbêjeke berfireh kirin û hejmarek têbînî û pêşinyar û pirs derbarê rewşa siyasî û destûra Iraqê û pêwendiyên di nav Hewlêr û Bexdayê de û referanduma gelê Kurdistan û herweha rewşa jiyana xelkê û kêşe û kirîza diravî û abûriya Herêma Kurdistan û pirsa xizmetkariyê û rûbrûbûna gendeliyê û çaksazî di kertên cuda de arasteyî Serok Barzanî kirin.

Her di wê civînê de Serok Barzanî sipasiya pêşinyar û têbîniyên mamosteyan kir û bersiva pirs û têbîniyên amadebûyên civînê da, û di gotina xwe de rewşa siyasî li Kurdistan û Iraq û helwesta civaka navdewletî beranberî biryara referandumê ya gelê Kurdistanê şirove kir.

Herweha balkişand ser bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî û qonaxa piştî referandumê û ew kelem û astengiyên li pêşya jiyan û biryara xelkê Kurdistanê hatin danîn.

Li ser pirsa hilbijartinan Serok Barzanî diyar kir, ku encamdana hilbijartinan baştirîn çareserî ye ji bo kirîzên Herêma Kurdistanê û tekez kir ku ev qonaxa dijwar wê derbas bibe û di dawiyê de wê gelê Kurdistan biser keve, ji ber ku doza gelê Kurdistanê dozeke rewa ye û ti zordarî li kesî nekiriye.

Ev nûçe bi tevahî 1444 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:28:46