Nûnerê Sedir: Berpirsyariya vê şoreşê li stûyê hemû xelkê Iraqê ye

Nûnerê Muqteda Sedir Muhened Mûsewî îro înê di axaftina xwe de ji xwepêşanderan re ragihand, ev şoreş hêvî û derfetek e ji bo rizgarkirina Iraqê ji gendeliyê.

12 Tebax 2022 - 09:07
12 Tebax 2022 - 09:07
 0
Nûnerê Sedir: Berpirsyariya vê şoreşê li stûyê hemû xelkê Iraqê ye

Muhened Mûsewî li ber xwepêşanderên Tevgera Sedir diyar kir: “Xwepêşander û kesên mangirtî ji şoreş û daxwazên xwe venagerin, berpirsyariya vê şoreşê li stûyê hemû xelkê Iraqê ye.”

Mûsewî destnîşan kir: “Şoreş hêvî û derfetek e ji bo rizgarkirina Iraqê ji gendeliyê û rastkirina proseya siyasî ya vî welatî.”

Herwiha got: “Xwepêşander ji bo wê yekê derketine ku nexşerê û siberoja Iraqê biguherînin, heta cîbicîkirina daxwaza, şoreşger di xwepêşandan û mangirtinê de berdewam dibin û venagerin, çimkî ev derfeta wan a dawî ye.”

Nûnerê Muqteda Sedir ji xwepêşanderan daxwaz kir, heta cîbicîjuruba daxwazan, di xwepêşandan û mangirtinê de berdewam bin.

Ev nûçe bi tevahî 710 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:38:37