PAK: Em Dewleta Îranê ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî şermezar dikin

Ruhê Jîna Emînî şad, cîhê wê biheşt be. Em sersaxîyê ji malbata Jîna Emînî û ji gelê Kurdistanê ra dixwazin.

17 Îlon 2022 - 04:23
17 Îlon 2022 - 04:23
 0
 PAK: Em Dewleta Îranê ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî şermezar dikin

"Keça Kurd Jîna Emînî roja 13ê îlona 2022yê li Tehranê ji alîyê polîsên Dewleta Îranê ve hate desteser kirin. Polîsên Dewleta Îranê îşkenceyeke mezin li Jîna Emînî dikin û bi wî halê îşkence kirî , teslîmî malbata wê dikin. Keça Kurd roja 16.09.2022yê jîyana xwe ji dest da.

Jîna Emînî ji bajarê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê ye û 22 salî bû.

Em ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî Dewleta Îranê şermezar dikin.

Ruhê Jîna Emînî şad, cîhê wê biheşt be. Em sersaxîyê ji malbata Jîna Emînî û ji gelê Kurdistanê ra dixwazin.

Em bangî hemû rêxistinên parastvanên mafê jinan, rêxistinên mafê mirovan, Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê û hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê dikin da ku kuştina keça Kurd rûreş bikin, şermezar bikin û li himberî Dewleta Îranê helwestê bigirin."

16.09.2022
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Ev nûçe bi tevahî 542 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:15:40