PAKê li Amedê ji bo dersa bijarte a kurdî broşur belav kir

PAKê li bazara roja duşemê ya Gereka Ofîs a Amedê ji bo dersên bijarte broşur belav kir.

31 Çile 2023 - 04:03
31 Çile 2023 - 04:03
 0
PAKê li Amedê ji bo dersa bijarte a kurdî broşur belav kir

PAKê roja 30ê Çileya Paşîna 2023yê li bazara roja duşemê ya Gereka Ofîs a Amedê ji bo dersên bijarte broşur belav kir.

Ji bo serîlêdana dersa bijarte ya kurdî 10ê Sibatê roja dawîyêye.

PAKê ji malbatan daxwaz kir ku bi formên dersên bijarte serî li dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe, wek mafekî rewa û yasayî, dersa kurdî(Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî) hilbijêrin.

Gelê me yê Amedê bi eleqeyeke germ pêşewazîya broşurên PAKê kir.

PAK îro31.01.2023yê dê li bazara gereka Bayramoglu ya Amêdê broşurên dersa bijarte belav bike.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Ev nûçe bi tevahî 465 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:28:27