Parlementoya Kurdistanê sibe dicive!

Li Parlementoya Kurdistanê civîna ku Goran û Komel jî beşdar dibin û ku îro bihata kirin jibo sibê hat paşxistin.

28 Cotmeh 2017 - 08:52
28 Cotmeh 2017 - 08:52
 0
Parlementoya Kurdistanê sibe dicive!

Hat ragihandin ku biryar e sibe parlemantoya Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend mijarên destnîşankirî bicive.

Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina xwe ya herî dawiyê de biryar da hilbijartinên parlamento û yên serokatiya herêmê were paşxistin.

Biryar bû roja 1'ê Mijdara 2017ê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê ûParlamentoya Kurdistanê bihata kirin. Li gorî biryara nû dê hilbijartin di meha Hezîrana 2018'ê de werin kirin.

Di rûniştinê de bi 60 dengan biryara paşxistina hilbijartinên parlamento û yên serokatiya herêmê hate dayîn. Herwiha parlamenterên Yekgirtûya Îslamî jî tevlî dengdanê nebibûn.

Ev nûçe bi tevahî 1608 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:41:44