Peyama pîrozbahîya serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Remezanê

Bi boneya cejna Remezana pîroz, serok Mesûd Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li teveya Musilmanên Kurdistanê, Îraqê û hemû cîhanê kir û ev jî deqa wê peyamêye:

3 Hezîran 2019 - 15:52
3 Hezîran 2019 - 15:52
 0
Peyama pîrozbahîya serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Remezanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.

Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê û her wiha hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê li hemû misilmanan wergirtibê û ev cejin bibê cihê dawî hatina nexweşî û kavilkarî û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

Ev nûçe bi tevahî 1452 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:08:43