Qazaxistan jî tevlî Peymana Abrahamê dibe
Qazaxistanê bi awayekî fermî ragihand ku ew ji bo ragihandina aştiyê ya bi Îsraîlê re tevlî Peymanên Abrahamê dibe.

Îmzekirina van peymanan ji aliyê Qazaxistanê ve zêdetir gaveke sembolîk e, ji ber ku ji xwe pêwendiyên wan ên dîplomatîk bi Îsraîlê re hene.
Hikûmeta Qazaxistanê di daxuyaniyekê de got:
"Beşdariya me ya çaverêkirî ya di Peymanên Abrahamê de, berdewamiya xwezayî û mentiqî ya siyaseta derve ya Qazaxistanê ye ku li ser bingeha diyalog, rêzgirtina hevbeş û aramiya herêmî hatiye avakirin."
Peymanên Abrahamê pêvajoyek e ku sala 2020an dest pê kiriye û rê ji asayîkirina pêwendiyên di navbera gelek welatên ku piraniya wan Misilman in û Îsraîlê de vekiriye.
Berpirsekî Amerîkayê ragihandibû Qazaxistan ji ber ku hewl dide pêwendiyên xwe yên bi Îsraîlê re kûrtir bike dê tevlî wan peymanan bibe.
Qazaxistan dê êvara pêncşemê li gel welatên din ên Asyaya Navîn bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re beşdarî lûtkeyekê bibe.
Trump roja çarşemê got:
"Gelek kes hene ku niha tevlî Peymanên Abrahamê dibin û em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de razîbûna Erebistana Siûdî jî bi dest bixin."
Trump her wiha zextê li Sûriyeyê dike ku ew jî tevlî vê destpêşxeriya dîplomatîk bibe û ew dê roja duşemê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re bicive.
Sala 2020an, Peymanên Abrahamê rê li ber asayîkirina pêwendiyên di navbera Îsraîl û welatên wekî Îmarata Erebî, Behreyn, Mexrib û Sûdanê de vekir.
Lê gelek welatan, bi taybetî Erebistana Siûdî, Sûriye û Libnanê red kir ku tevlî bibin.
Erebistana Siûdî berê ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re bi Amerîkayê re di nav dan û standinan de bû lê piştî destpêkirina şerê li Xezeyê bi paş de gav avêt.
Erebistana Siûdî tekez dike ku heta ber bi avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê ve bipêşketinek çênebe, ew nikare pêwendiyan asayî bike.
Ev yek jî egerek e ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu demeke dirêj e li dijî wê derdikeve.
Nûvekirina herî dawî: 18:53:51



































































































































































