Rêwaz Fayeq: Em li gel Serok Barzanî rêkeftin ku destûr bi yekdengiya niştimanî bê nivîsandin

Seroka Parlamentoya Kurdistanê ragehand, li gel Serok Barzanî rêkeftine ku destûra Herêma Kurdistanê bi yekdengî bê nivîsandin.

22 Îlon 2022 - 08:09
22 Îlon 2022 - 08:09
 0
Rêwaz Fayeq: Em li gel Serok Barzanî rêkeftin ku destûr bi yekdengiya niştimanî bê nivîsandin

Îro 22.09.2022yê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq di dema çû parlamentoyê de ji çapemeniyê re derbarê naveroka civîna duh a li gel Serok Barzanî de pirsyar lê hatin kirin û ji çapemeniyê re ragehand: ‘’Em rêkeftin destûra Herêma Kurdistanê bi yekdengiya niştimanî bê nivîsandin.’’

Derbarê dema pêncem a parlamentoyê de jî got: ‘’Dema pêncem dê bê dirêj kirin’’ lê derbarê dema bê dirêj kirin de zêdetir aşkera nekir.

Ev nûçe bi tevahî 515 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:49:48