Rûsya: Em beşdarbûyîna Kurdan ya çareseriyê digirin dest

Nûnerê Serokatiya Rûsyayê li Sûriyeyê Alkesendar Lavrentiyevî di civîneke çapemeniyê de got meseleya beşdarbûna kurdan di çareseriya Sûriyeyê de dê di rojên pêş de zelal bibe.

30 Cotmeh 2017 - 09:11
30 Cotmeh 2017 - 09:11
 0
Rûsya: Em beşdarbûyîna Kurdan ya çareseriyê digirin dest

Nûnerê Serokê Rûsyayê li Sûriyeyê Aleksander Lavrintevî di civîneke rojnamevanî de ragihand ku di hefteyên bê de Sûriye dê bi tevahî ji DAIŞê were paqijkirin.

Herwiha Lavrintevî diyar kir ku "kurd beşeke mezin xaka Sûriyeyê kontrol dikin û bi awayekî mezin beşdarî bingehên terorê yên li welatî bûn, nexasim DAIŞ.".

Rayedarê Rûsî diyar kir ku hêzên hikûmetê û hêzên Kurdî di şerê li dijî komên terorîst berdewam in û niha şer li cihên dawî yên di destê DAIŞê de şer dikin ku li herêmên Meyadîn û Bûkemalê ye.

Ji aliyê din ve, di çend hefteyên bê de xaka Sûriyeyê dê ji rêxistina DAIŞê bê paqijkirin û meseleya beşdarbûna kurdan bi awayekî çalak di çareseriya siyasî û ya veavakirina Sûriyeyê de zelal bibe."

Ev nûçe bi tevahî 1608 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:21:32