Rûsya ji ber gefa sinorê Ukrayna de hêz kom dike!

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ragihand ku Rûsya 3 tabûr leşkerên xwe aniye ser sînorên wan.

24 Tîrmeh 2017 - 06:11
24 Tîrmeh 2017 - 06:11
 0
Rûsya ji ber gefa sinorê Ukrayna de hêz kom dike!

Wezîrê Parastinê ya Ukraynayê Nikolay Mujenko, civîneke çapemeniyê li darxist û got Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê sê yekîneyên ask ango boluk bicîh kirine û ew yekîneyên Rûsyayê yên motorîze ne û ji bo êrîşên yekser hatine perwerdekirin.

Nikolay Mujenko di dewama xaftina xwe de got ku Rûsya sê bolukên leşker şandiye ser sînor û van bolukan bi temamî ji bo êrîşê ne.

Wezîrê karê derve yê Ukraynayê Pavlo Klimkin jî duh daxuyaniyek dabû û gotibû ku Rûsya vê dawiyê li rojhilatê Ukraynayê bi zanayî wan kiryaran pêktîne.

Ev nûçe bi tevahî 1515 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:49:55