Sekreterê NATO: Fikarên Tirkiyê rewa ne

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg diyar kir ku fikarên Tirkîyê yên li ser Fînlandîya û Swêdê rewa ne.

14 Hezîran 2022 - 07:33
14 Hezîran 2022 - 07:33
 0
Sekreterê NATO: Fikarên Tirkiyê rewa ne

Stoltenberg di serdana Fînlandîya de da zanîn ku ew ser fikarên Tirkiyê danûstandinê dikin.

Swêd û Fînlandîya bi şerê Rûsya û Ukrayna re giranîya xwe dan ser endamtiya NATO, lê Tirkiye heta niha jî li dijî daxwazên her du dewletan e.

Tirkiye dibêje Swêd û Fînlandîya çekdarên Kurd dihewînîn û piştgirîyê didin wan.

Sekreterê Giştî Stoltenberg da zanîn ku fikarên Tirkîyê ser terorîzmê rewa ne.

Stoltenberg diyar kir ku ti hevalbenda NATO bi qasî Tirkiyê bi terorê re rûbirû nemaye û got, divê ew fikarên wî welatî fam bikin.

Wî got ku danûstandinên bi Tirkîyê re dom dikin, lê negot ka danûstandinên wan gihîştine kuderê.

Ev nûçe bi tevahî 892 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:42:39