Serkonsolê nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê diyar bû

Konsulê nû yê Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.

16 Berfanbar 2017 - 14:38
16 Berfanbar 2017 - 14:38
 0
Serkonsolê nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê diyar bû

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku îro pêşwazî li Serkonsulê Tirkiye yê nû Hakan Karaçay kiriye.

Felah Mistefa diyar kir ku ji bilî gotûbêjkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqerê, li ser hemahengiya siyasî û mirovî ya navbera herdû aliyan axivîne.

Hakan Karaçay beriya niha li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê li Balyozxaneya Tirkiyeyê şêwirmendê aboriyê bû.

Ev nûçe bi tevahî 1406 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:09:38