Serokerkanê Amerîka serdana bakurê rojhilatê Sûriyê dike

Serokerkanê Artêşa Amerîka Mark Milley serdana hêzên welatê xwe li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê dike.

4 Adar 2023 - 14:57
4 Adar 2023 - 14:57
 0
Serokerkanê Amerîka serdana bakurê rojhilatê Sûriyê dike

Ajansa nûçeyan “Reuters” belav kir, îro şemiyê Serokerkanê Artêşa Amerîka Mark Milley bi awayekî nikaveyî serdana Sûriyê kir.

Li gor Reutersê, armanca serdanê, nirxandina oparasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê û tedbîrên parastina hêzên Amerîkî ji êrîşan e.

Niha dora 900 leşkerên Amerîkî bi bihaneya piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rêgirtina li dubare derketina DAIŞê, li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ne.

Ev nûçe bi tevahî 616 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:58:00