Serokwezîr Barzanî destpêkirina çêkirina rêya 150 metrî ya Hewlêrê radigihîne

Piştî bidawîhatina çêkirina piraniya cadeya 120 metrî ya Hewlêrê, îro bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kevirê bingehîn ê projeya stratecîk a cadeya 150 metrî li paytexta Herêma Kurdistanê tê danîn.

26 Îlon 2018 - 04:43
26 Îlon 2018 - 04:43
 0
Serokwezîr Barzanî destpêkirina çêkirina rêya 150 metrî ya Hewlêrê radigihîne

Biryar e îro Çarşembî 26ê Îlona 2018ê demjimêr 10:00ê sibehî projeya çêkirina rêya 150 metrî ya Hewlêrê bi fermî were ragihandin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî çend wezîrên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji konsulên welatan ên li Kurdistanê di merasîma destpêkirina projeyê de beşdar dibin.

Nêçîrvan Barzanî di vê merasîmê de dê bi awaykê fermî kevirê bingehîn ê projeya stratejîk a rêya 150 metrî ya Hewlêrê dane û destpêkirina karê çêkirina vê rêyê bi fermî rabigihîne.

Rêya 150 a Hewlêrê yek ji projeyên herî mezin û stratejîk ên Herêma Kurdistanê ye, ku li derdora Hewlêrê tê çêkirin û çend nahiyeyên derdora Hewlêrê bi hev û bi navenda bajarê Hewlêrê ve girê dide û hatinûçûna di navbera wan nahiyeyan û Hewlêrê de nêzîktir û hêsantir dike.

Dirêjahiya wê rêyê 70 kîlometre ye, ku 42 kîlometran ji rêya 120 metrî ya li dora bajarê Hewlêrê mezintir e, herwiha rêyeke dusayd anku du alî ye û her aliyekê rê 20 metran pan e, ku bi herdu aliyan ve paniya vê rêya stratejîk dibe 40 metre.

Ev nûçe bi tevahî 1406 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:37:50