Şirnex: Zarokê 4 salî li nav zeviyan tiştek dît, li malê pê de teqiya û mir

Li navçeya Basan a Şirnexê zarokekî 4 salî ji ber tiştekî ku li nav zeviyê dît û anî malê teqiya û jiyana xwe ji dest da, dayika wî jî bi giranî birîndar bû.

14 Adar 2024 - 04:49
14 Adar 2024 - 04:49
 0
Şirnex: Zarokê 4 salî li nav zeviyan tiştek dît, li malê pê de teqiya û mir

Li bajarokê Findikê yê navçeya Basan zarokê 4 salî yê bi navê S.D. dema li zeviyê dilîst tiştek dît û anî malê.

Dema zarokê 4 salî li malê bi wî tiştî lîstiye teqîn çêbûye û di encam de zarok û dayika wî R.D.ya 46 salî bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û dayik û kurê wê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Basan.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên bijîşkî S.D.yê 4 salî nehat rizgarkirin.

Herwiha tîmên tenduristiyê dêya wî R.D.yê jî rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Hatiye ragihandin ku rewşa tenduristiya dayikê xerab e.

Ev nûçe bi tevahî 520 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:37:32