Supaya Pasdaran û Heşdî Şabî li Deriyê Sinorên Hacî Omeran jî vekişiyan
Hat ragihandin ku Haşdî Şabî û hêzên ewlehî îro berê sibehê ji deriyê Hecî Omeran ê navbera Herêma Kurdistanê û Îranê vekişiyan.

Li gorî zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, îro berê sibehê milîsên Haşdî Şabî û hêzên ewlehî ku nêzîkî deriyê sînorî yê Hecî Omeranê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bûn vekişiyan.
Çavkaniyekî li herêmê ragihand ku hêza Haşdî Şabî û Supaya Pasdaran ku pêştir li nêzîkî sînorê Hecî Omeran û di nava axa Îranê de hatibûn bicihkirin ji wî sînorî vekişiyan.
Li gorî daxuyaniya çavkanî hêzên deriyê sînor ê Hecî Omeran ber bi Urmiyê ve hatine vekişandin.
Her wiha jiber serhildana gel Heşdî Şabî li herêmên Xaneqîn, Şingal, Kerkûk û Gulala derketin.
Nûvekirina herî dawî: 05:14:18