Felah Mistefa: Niyeta me ya şer tune!

Berpirsê pêwendiyên Karênderve ya Hikûmeta Kurdistanê Felah Mustefa duh çarşemê teqez kir ku diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê giring e û destnîşan kir ku niyeta kurdan tine bû, li dijî Artêşa Iraqê şer bikin. Herwiha Felah diyar kir ku \"ew amade bûn diyalogê bikin lê Bexda ne amade bû\".

19 Cotmeh 2017 - 04:40
19 Cotmeh 2017 - 04:40
 0
Felah Mistefa: Niyeta me ya şer tune!

Mustefa bi kanala CNNê re axivî û got: \"Bûyer di van çend rojan de zelal dibin û em ketin serdemeke nû ji bo danûstendina li gel Bexdayê. Cihê miixabîniyê ye ku referandûmeke demokratîk û aştiyane ku li Herêma Kurdistanê pêk hatiye rastî dijberiyeke wiha ji Bexda û civaka navdewletî were.\"

Herwiha rayedarî derbarê referandûmê got: Em gelekî zelal diyar kir ku em dixwazin peyama xwe bigihînin ku gelê me tenê dixwazin mafê xwe pêk bîne û me diyar kir ku em ji diyaloga aştiyane û cidî li gel Bexdayê re amade ne…Lê bexda ji diyalogê re ne amade bû.\"

Mistefa di berdevamiya axaftina xwe de di derbarê kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê de wiha got: \"Em dizanin nakokî û kêşe hene ku divê em li ser wan bixebitin lê Bexdayê qebûl nekir rûnê û diyalogê bile û hinek tiştên kirin ku li dijî Herêma Kurdistanê û gelê wî siza kirin ku di encamê de em gihiştin tiştê îro diqewime. Divê em li diyalogê vegerin daku em fêm bikin b^eçi dibe û divê çi bê kirin\".

Ji aliyê din ve, Birêveberê têkiliyên derve yê Kurdistanê bangî civata navdewletî û nexasim Encûmena Ewlekariyê ya NYyê kir daku vê kêşeyê nîqaş bike û got,\" gelekî giring e. Ev siberoja neteweyekê ye û pirseke giring e li vî beşê cîhanê.\"

Mustefe destnîşan kir ku mesele ne meseleya bîrên petrolê ye û ne jî alayê ye lê siberoja du neteweyan e \"lewra pêwîstî bi diyalogê heye\".

Ev nûçe bi tevahî 1550 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:00:45