Topên Heşdî Şabî ketin aliyê Rojava; mirî û birîndar hene

Li devera Zumarê ya Herêma Kurdistanê di navbera Hêzên Pêşmerge û endamên Heşdî Şeibî de şerekî dijwar rû dide. Hat ragihandin ku di dema vî şerî de çend top li derdora deriyê Sêmalka ya li aliye Rojava ketine û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û çar kes jî birîndar bûne.

26 Cotmeh 2017 - 07:08
26 Cotmeh 2017 - 07:08
 0
Topên Heşdî Şabî ketin aliyê Rojava; mirî û birîndar hene
Arşiv

Li gorî agahiyên ANHAyê di dema şerê navbera Hêzên Pêşmerge û endamên Heşdî Şeibî de çend top li derdora deriyê Sêmalka ya aliye Rojava ketine û di encamê de peywirdarek li ber deriye Sêmalka jiyana xwe ji dest daye û çar kes birîndar bûye.

Hêjayî gotinê ye ku milîsên Heşdî Şeibî û hêzên Iraqî vê sibehê saet di navbera 06.00-07.00an de êrîşê Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê kir û di encama bersivdayîna tund a pêşmergeyan de şerekî dijwar qewimî. Şerê di navbera herdu aliyan de hêj berdewam dike.

Ev nûçe bi tevahî 1226 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:23:50