Washîngton: Em ji êrişên ser kurdan haydar in

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku em ji êrişên ser kurdan haydar in.

25 Cotmeh 2017 - 03:34
25 Cotmeh 2017 - 03:34
 0
Washîngton: Em ji êrişên ser kurdan haydar in

Berdevda Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Em raportên ku Bexda êrişê dibe ser kurdan dişopînin û ji pêşveçûnan haydar in."

Heather Nauert di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em bûyerên Irak û Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin. Divê herdu alî jî di nava aramî û aştiyê de dest bi diyalogê bikin."

Hêjayî gotinê ye ku piştî êrişa duhî ya artêşa Iraqê û Haşdî Şabî ser sengerên Pêşmerge, dîplomatê amerîkî Zalmay Xelîlzad di peyameke xwe de gotibû ‘ êdî Serokwezîr Heyder Ebadî hew guhdariya hişyariyên Washîngtonê jî dike.'

Ev nûçe bi tevahî 1620 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:30:22