Wezîrê Derve yê Îranê li Şamê bi Beşar Esed re civiya

Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Huseyîn Ebdulahyan serdana Şamê paytexta Sûriyê kir, û li gel Serokkomarê wî welatî Beşar Esed civiya.

10 Adar 2023 - 04:34
10 Adar 2023 - 04:34
 0
Wezîrê Derve yê Îranê li Şamê bi Beşar Esed re civiya

Roja 9ê Adarê, Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Huseyîn Ebdulahyan serdana Şamê paytexta Sûriyê kir, û li gel Serokkomarê wî welatî Beşar Esed civiya. Serdana Ebdulehyan piştî erdheja 6ê Sibatê dibe.

Li gor ajansa SANA ser bi hikûmeta Sûriyê, Esed û Ebdulehyan pirsên hevbeş û pêşhateyên nû li meydana navherêmî û navdewletî û pirsa civînên di navbera Şam û Enqere de gotûbêj kirin.

Li gor heman çavkaniyê, Wezîrê Derve yê Îranê pêşwazî li civîna hefteya bê kir ku biryare li Moskowê di navbera berpirsên Sûriyê, Tirkiye, Rûsya û Îranê de bê kirin

Ev nûçe bi tevahî 614 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:24:10