YNK: Pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê di demek kin de asayî dibe

Nûnerê Enqereyê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan Behroz Gelalî got, wê di demek kin de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de wê were rewşek asayî.

3 Berfanbar 2017 - 07:30
3 Berfanbar 2017 - 07:30
 0
YNK: Pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê di demek kin de asayî dibe

Nûnerê Yekîtî Niştimanî Kurdistan li Tirkiyê Behroz Gelalî, derbarê normalbûna pêwendiyên Hewlêr û Enqera ji Kurdistan24ê re got: "Wê Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de asayî bibin, di wê baweriyê de me, wê nivîsgehên Herêma Kurdistanê li Tirkiyê bên vekirin, lê ezê ji bo demeke kin vegerim Tirkiyê heya YNK nûnerekî din ji bo nivîsgeha Tirkiyê destnîşan bike û dest bi karê xwe bike.

Her wiha di berdevamiya axaftina xwe de Behroz Gelalî got jî; "Heger em rewşa niha hevberî rewşa berî mehekê bikin, niha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ber bi baştirbûnê ve diçe, di wê baweriyê de me hî, ku di dema dahatî de, wê pêwendî baştir bibin".

Ev nûçe bi tevahî 1423 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:42:18